Sekreterê Giştî Çiftçi saxtîya xebatan kir

 

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çiftçi, xebatên di warê seresazî û binesaziya bajêr de berdewam in, saxtî kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şêniyên Diyarbekirê demeke xweş lê derbas bikin û bi malbatên xwe re tê de bêhna xwe vedin seyrangeh û qadên hêşîn ji bo bajêr çêdike.

Sekreterê Giştî Abdullah Çiftçi, Alîkarê Sekreterê Giştî Ensarî Erden xebatên li Seyrangeha Mihammed Recaî Kutan a li Devegeçidîyê saxtî kir.  

Çiftçi di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bi xebatên xwe hewl didin pêdiviyên welatiyan bînin cih û got, “Em qada hêşîn a nû a sosyal dixin ber xizmeta Diyarbekira xwe.”

Çiftçi her weha xebatên li ser Qada Şitildankê ya Yenişehrê jî saxtî kir û got, ev qad ji melevangehê bigire heta tewlgeha hespan, heta dezgehên sporê û seyrangehan dê li hemû dezgehên ku pêdiviyên Diyarbekiriyan bînin cih, bêt tijîkirin.”

“Em di xizmeta Diyarbekirê de ne”

Çiftçi xebatên li ser Duryana Yoncali ya Rêka Ruhayê jî ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve têt meşandin saxtî kir û paşê xebatên Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê saxtî kir.

Sekreterê Giştî Çiftçi, xebatên li şantiyeya ser Rêka Berê ya Mêrdînê saxtî kir û got, “Em li ber xizmeta Diyarbekirê ne.”

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30