Pirsgirêka avê ya Licê tê çareserkirin

 

Xebatên li ser “Projeya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê ya Licê” ku DÎSKÎ û ÎLBANK bi hev re dimeşînin berdewam dikin.

Bi vê projeya DÎSKÎyê re dê pirsgirêka avê û kanalîzasyonê ya Licê heta sala 2050ê bête çareserkirin û xebat qederekê bi pêş ketine.

Ekîban, heta niha 28 kîlometir xeta kanalîzasyonê çêkir, 32 kîlometir xeta avê dabîn kir û depoyên avê yên 500 û 700 metrekup av hilgir çêkirin.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ, di dawiya projeyê de dê 40 kîlometir xeta kanalîzasyonê û 69 kîlometir xeta ava vexwarinê çêke.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî û Qeymaqamê Licê Muhammed Evlice, xebat saxtî kirin û der barê wê de agahî ji xebatkarajn wergirtin.