Avahiya Şaredariya Çermûgê amade ye

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo Şaredariya Çermûgê avahiyeke xizmetguzariyê li gorî mimariya bajêr ava kir û avahî amade ye.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî, avahiya Şaredariya Çermûgê ji bo çêtir karibe xizmetê bide ji nû ve ava kir û

Plansaziya avahîyê li gorî mîmariya navçeyê hate danîn û avahî ji jêrxane, bodrum, zemîn û 3 tebeqeyan pêk têt û li ser 3 hezar û 360 metrekare erdî ye.

Şaredariya Bajarê Mezin, piştî xebatên hawirçakî û rêyan dê vê avahiyê teslîmî Şaredariya Çermûgê bike.