Pîverên avê yên 10 salî tên guhartin

 



Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), bi awayekî bêpere pîverên avê yên ku 10 salên wan tijî bûne, diguherîne.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, bi mebesta rêlibergirtina bikaranîna qaçaxî ya avê pîverên kevin ên avê bi pîverên nû diguherîne. Berê ji bo pîverên dîjîtal 430 lîre, ji bo yên mekanik 325 lîre pere dihate wergirtin, lê vê carê ev pere nayê wergirtin û pîverên 10 salî têne guhartin.  

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKîyê, ji 1ê tebaxê pê de vê pêkanîna xwe dide destpêkirin û welatî ji bo serlêdanê tenê dê 45 lîre heqê venêrînê bidin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, diyar kir ku piştî 10 salan êdî pîverên avê xelet hesabê dikin lewra wan pêkanîneke weha daye destpêkirin da ku welatî mexdûr nebin.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31