Ji restorasyona sûran cerekî “amfora” derket

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di encama xebatên kolandin û restorekirina Birc û Bedenên Diyarbekirê de ku sala 2015ê de wek mîrateya çandî bo UNESCOyê hate wergirtin, cerekî amfora yê 1700 salî dît.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên xwe yên li ser restorekirina Sûrên Diyarbekirê ku bi drûşma “Li Sûra Vejîn” dane destpêkirin berdewam e.

Li herêmê berî niha nehatibû dîtin

Xebatên restorekirinê bi Gerînendetiya Muzeyan a Diyarbekirê re tên meşandin û di encama van kolandinan de cerekî amfora yê aydê sala 330yê hate dîtin. Hêjayî gotinê ye ku ev cure cer ji 1700 sal berî maye.  

Ev cerê amfora li vê herêmê berî niha qet nehatiye dîtin û têt zanîn ku ev cer ji bo hilgirtina şerab û rûnê zeytê tên bikaranîn û ev amfora aydê Serdema Romaya Dereng-Bîzansa Nû ye.

Arkeolog Suleyman Karakaş ê bi ser Gerînendetiya KUDEBê ya bi ser Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê, got ku ew difikirin ku ev cerê amfora bi rêka bazirganî hatibe herêmê.

Karakaş bal kişand ku xebatên restorekirina sûran bi kolandinên navbera bircên hejmar 71 û 72ê berdewam e û weha got: “Di xebatê de me gelek avahiyên mîmarî dîtin. Mebesta me ev bû ku em li virê hîmê sûran kifş bikin lê li şûna binaxeyên dîwarên bedenê me xerpişk, avahiyên çelexwarî, binaxeyên avahiyan dîtin.”

Karakaş, weha axivî:

 “Li cihekî kuç rayêxistibûn me ew dever dikola, hingê em rastî cerekî amfora hatin em wisa hizir dikin ku ev cer aydê Serdema dereng a Romayê û nû ya Bîzansê ye. Amfora ango dîzika du çimbil e. Ev dîz ji bo parastina şerab û rûnê zeytê dihatin bikaranîn. Em wisa difikirin ku ev cer bi rêya bazirganî hatiye van deran. Xebatên me yên kolandinê berdewam dikin.”

Ev berhem ji sedî 80 saxlem maye û ji bo parastinê radestî Gerînendetiay Muzeyan hate kirin.