Panela “Di dîrokê de zaza” hat lidarxistin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya xebata Atolyeya Zimanên Qedîm de gotûbêja “Di dîrokê de zaza” li dar xist.

Atolyeya Zimanên Qedîm ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de xebatên xwe dimeşîne, li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç dîroka zazayan da ber behs û pirsan.

Hîndekarê Beşa Dîrokê yê Zanîngeha Mûs Alparslanê Doç. Dr. Murat Alanoglu wek qiseker beşdarî bernameyê bû û der barê dîroki rêyên koçberiyê, mîrnişîn, eşîrên zazayan û têkiliyên wan ên bi dewletan re axivî.  

Di panelê de Alanoglu, behsa terzê jiyana Zazayan a di serdemên Merwanî, Akkoyunî û Usmaniyan de kir.

Gotûbêja di encama lêkolînên zanistî yên dûvdirêj de li ser daneyan hate pêşkêşkirin bi pirs û bersivên beşdaran bi dawî hat.

Atolyeya Zimanên Qedîm xebatên çandî dimeşîne

Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî Alî Çelik der barê xebatên Atolyeya Zimanên Qedîm de nirxandinek kir û got, mebesta wan ew e ku bi bernameyên weha nirxên çandî bidin naskirin.

Çelik, bi bîr xist ku bin banê vê atolyeyê de xebatên çandî tên kirin û got, “Ev atolye tenê qurseka ziman nîn e, lewra bin vî banî semîner, panel, gotûbêjên cur bi cur jî tên lidarxistin.”

Heçî Doç.Dr. Murat Alanoglu ye got ku bername gelekî baş derbas bûye û weha axivî:

 “Di bin banê Di Dîrokê De Zaza, me der barê dîroka Zazayan de agahî dan û diyar kir ka dema Merwanî, Usmanîyan li ku derê jiyane. Bi taybetî me behsa mîrnişînên zazayan kir, ka têkiliyên mîrgehên Palû, Gêlê, Çapakçûrê, Gêncê bi eşîrên Siwêdî, Mirdasîyan re çawa bûne. Sohbeteke gelek xweş bû.”

“Guhdaran beşdariyeke xweş kir”

Alanoglu diyar kir ku wî eleqeyeke gelek baş ji beşdaran girtiye û got:

 “Beşdaran eleqeyeke germ nîşanî bernameyê da. Di dawiya bernameyê de bi pirsên xwe naveroka gotûbêja me dewlemendtir kirin û me dît ku pir bi zimanê xwe re eleqedar in. Lewra bername gelekî baş bû.”

Di bernameyê de her weha rojnameger, nivîskar û akademîsyenên têkilî bi zazayan jî amade bûn.