Print this page

Ji bo warnişînên nû rê tên çêkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin. Ji bo warnişînên nû bi mebesta sivikkirina barê trafîkê û ji bo welatî rehettir karibin karûbarên xwe pêk bînin rêyan çêdike.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, bi mebesta barê hatûçûnê siviktir bike, li navçeya Sûrê ji bo warnişînên nû rêyan vedike.

Ekîb, di çarçoveya xebata vekirina rêyan de, xebatên çaksaziya zemîn û binesaziya cadeya Birqleyn didomîne.

Rêya nû 40 metre fireh e, piştî xebat bi dawî hatin dê ev rê ji bo trafîkê bêt vekirin.

Cadeya Birqleyn, li deveran û ya ji bo warnişînê hatiye terxankirin di ser cadeya Têrkan re dê bigihêje rêya Farqînê.

Bi vî awayî dê hatûçûn siviktir bibe û welatî rehettir hatûçûna xwe bikin.