Projeya “Li Ser Gola Dîjleyê Geşedana Xwecihî û Turîzmê ya Jîngehdost” ku ji aliyê Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ û Şaredariya Gêlê ve pêşkêşî Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê hate kirin, hate qebûlkirin.
Tê zanîn, 1ê Nîsanê û pê de Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), di çarçoveya “Plana Parastina Tejaneya Gola Bendava Dîjleyê” de dawî li kelekguhêziya bi sotemeniya fosîlî anîbû.
Projeya “Li Ser Gola Dîjleyê Geşedana Xwecihî û Turîzmê ya Jîngehdost” ku ji aliyê Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ û Şaredariya Gêlê ve pêşkêşî Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê hate kirin, hate pejirandin.
6 kelekên bi kareba
Bi vê projeyê re li şûna kelekên bi ardûyê fosîlî dê bi 6 kelekên 25 kes hilgir xizmet li Gêlê bête kirin.
Piştî ku proje kete merîyetê dê li Gêlê seferên bi kelekan dîsa li gorî rêziknameyê bên destpêkirin.
Sekreterê Giştî yê Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê Dr. Hasan Maral ligel pisporên ajansê serdana Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî kir û ser berfirehiya projeyê axivîn.