Â
Şaredariya Bajarê Mezin, Bulvara Firatê ku yek ji bulvarên herî giring û herî dirêj ya bajêr e bi 75 hezar û 360 kulîlkên havîne xemiland.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, bi mebesta bajêr xweşkûktir xuya bike li ser rê, rêbar, bulvar, refûjan xebatên danîna gul û kulîlkan dimeşîne.
Ekîban, Bulvara Firatê ya bi nav sînorên navçeya Peyasê de ku yek ji bulvara herî dirêj a bajêr e, bi gul û kulîlkan xemiland. Â
Serê pêşîn ekîban Bulvara Firatê ji bo ji çandinê re guncaw bibe vewajart, ji pelax û pirêza giyê paqij kir û paşê jî ji celebên qerdîfe û zînyayê 75 hezar û 360 kulîlk lê çandin.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya bernameya xwe de dê li ser rê, rêbar, bulvar, refûjan xebatên danîna gul û kulîlkan bimeşîne.