Xwendekarên Mala Zanînê li muzeyan gerîyan

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xwendekarên di Mala Zanînê ya Prof. Dr. Azîz Sancar a Bismilê de perwerde dibin li muzeyan gerandin.

 

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, di çarçoveya bernameya “Bigere-Bibîne” de ji bo xwendekarên li malên zanînê perwerde dibin çalakî û bernameyên cur bi cur li dar dixe.

 

Zarokên beşdarî ger û guzarê bûne, li şûngehên dîrokî û turîstîk ên Diyarbekirê geriyan û pirs û pirsyarên xwe arasteyî mamosteyan kirin.

 

Di çarçoveya bernameyê de, xwendekarên di Mala Zanînê ya Prof. Dr. Azîz Sancar a Bismilê de perwerde dibin li muzeyên malên nivîskarên mîna Cahit Sıtkı Tarancı, Ahmet Arif û Ziya Gökalp hatin gerandin.  

 

Di ger û geştê de, mamosteyan der barê muzeyan de agahî dan xwendekaran. Xwendekarê sinifa heştê Abdulkadir Geylanî Uzer got ku kêfa wî gelek bi muzeya Ahmed Arîf hatiye û bi bîr xist ku di muzeyê de pirtûkên nivîskarî, nivîsên Osmanî hebûne û wî ev berhem seh kirine.  

 

Faruk Bayram jî diyar kir ku ji bo nasîna Diyarbekirê ew li muzeyan digerin û wî got ku kêfa wî gelek bi muzeya Cahît Sitki Tarancî hatiye û wî helbesteke şairî naskirî ji xwe re qeyd kiriye. Ayşe Tekînê amaje pê da ku ligel mamoste û hevalên xwe li muzeyên Diyarbekirê geriyane û weha axivî:

 

 “Kêfa min gelek bi muzeyan hat. Me şiîrên şairan xwendin û pir bi dilê me bûn. Ez dibêjim ji bo vê beranmeyê mala Şaredariya Bajarê Mezin ava be.”

 

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, di çarçoveya bernameya “Bigere-Bibîne” de ji bo xwendekarên li malên zanînê perwerde dibin çalaki û bernameyên cur bi cur li dar dixe.