Print this page

Cadeyên Hashewar û Ahmet Kaya hatin qîrkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên nûkirina Cadeya Hashewar û Ahmet Kaya ku li Baxcilara Baglarê ne bi serî gihandin.  

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbar û Kordînasyona Bineaziyê ji bo welatî karibin hatûçûneke xweş bikin xebatên nûkirina rê û rêbaran daye destpêkirin û bi vê boneyê, cadeya Hashewar ku hezar metir dirêj e û 40 metir pahn e ji nû ve qîr kir lewra 5 hezar ton zift li vê rê dakir.  

Li cadeya Ahmed Kaya ku 25 metir firehiya wê heye û 2 hezar û 250 metir dirêjiya wê heye jî 6 hezar û 800 tpn aslaft hate dakirin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan jî, li bulvar û cadeya hatî nûkirin ligel xebatên seresazî û binesaziyê dê li refûj û peyarêkan qebalek dar daçikandin.