Xebata li ser Seyrangeha Recaî Kutan didome

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên nûkirin û nûjenkirina Seyrangeha Recaî Kutan berdewam e.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li ser Seyrangeha Recaî Kutan ku li ser 161 donim erdê hatiye danîn xebatên nûjenkirinê dimeşîne.

Ekîbên Şaredariyê bi vê mebestê xebatên peyzaj, hawirçakî û şînkirina seyrangehê didomînin, li seyrangehê 21 xaniyên bongalov li ser 21 metrekareyê çêdike, ligel wê 6 unîteyên civakî ku pêk têt ji xaneya cilşûştin, ûtîkirin, destava jin û mêran û kafeyê ava dike. Ev avayên darî ne.   

Di xebatên nûkirinê de heta niha li qadê binesaziya kanalîzasyon, vexwarin, şewat û ava avdanê, otopark, depoya avê, avahiya kargêriyê, mizgeft, avahiya xizmetê, yarîgeha zarokan, xaniyên bungolav, dîwarên bend û derdorê û restorana kevirî hatiye pêkanîn.

Tê çaverêkirin seyrangeh di kewçêra 2022ê de bikeve ber xizmetê lewra hê dê li seyrangehê melevangeh, yarîgeh, kampa şopgeriyê, qada lîstika paintbolê, tîrvanî-bazvanî, şaneşîn, rêyên peyasê, sehayên basketbolê, otoparkek 360 wesayitî ji bo welatî demeke xweş lê biborînin bêne dabînkirin.