Pêşangeha “Veguherîna Epîk” li dar ket

 

Şaredariya Bajarê Mezin, pêşangeha wêneyan a “Veguherîna Epîk” li dar xist.

Pêşangeh ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ve li Muzeya Bajêr a Qesra Cemîlpaşa hate lidarxistin, pêşangeha “Veguherîne Epîk” wêneya Saffet Çinar li xwe digire.

Pêşangeha Çinar 20 berheman li xwe digire û rewşa mirovan di navbera rastî û xeyalê de ji xwe re dike mijar û Çinar amaje pê kir ku ev pêşangeheke xweser e.

Çinar kêfxweşiya xwe ji eleqeya bo pêşangeha derbirî û weha axivî:

 “Di pêşangehê de, bi hizirî, bi zihnî yanî teknîkên berdewam ên cuda cuda hatine ceribandin. Me xeyal û rastî li hev xistiye da ku amajê bi wê bidin ku insan hem di rastiyê de heye ku nav jiyanê nîn e hem jî di jiyanê de gelek caran nikare derbirînê di hestên xwe de bike.”

Ali Alanoglu kêfxweşiya xwe bi pêşangehê anî ziman got ku cihê kêfxweşiyê ye ku gelek helkeftên hunerî li Diyarbekirê birêve diçin û weha axivî:

 “Çalakiyên bi vî rengî piranî li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç tên lidarxistin. Ev helkeftên gelek baş in. Ez dixwazim dewama wan were. Em ji nêzik ve xebatên mamoste Saffet dişopînin. Di xebatên wî de peyamên xweş bo jiyanê hene.”

Pêşangeh heta 12ê tebaxê vekiriye.