Walî Alî Ihsan Su, beşdarî zuhakirina “firingîyan” bû

 

Walî Alî Ihsan Su, di bernameya “Roja Çinîna Bacanên Sor” ya li Gozelîya Qerejdaxê de bi parêzvanên firîngiyan re hate cem hev. Walî Su, bi parêzvanên firîngiyan re ku bi modêla çandiniya peymangerî têt hilberandin der barê wan de agahî wergirtin, bi xebatkarên parêzan re axivî û beşdarî xebata zuhakirina firingîyan bû.

Su, bal kişand ser giringiya modêla çandinîya peymangerî û got, ev ji bo welatê me rêbazeke gelekî giring e ew ê hem veberhênanê hem jî jîyarê zêde bike.

Walî Su, diyar kir ku li Diyarbekirê di qarê çandinî, pîşesazî, bazirganî, perwerde û tenduristiyê de pêşketinên giring çêdibin û got, li vî bajarî li ser 30 hezar û 149 dekar erdê salane nêzî 103 hezar ton firingî têne berhemînan.

Walî Su, bi bîr xist ku bi vê rêbaza hilberînê di 4-6 mehan de ji bo 2 hezar xudanên parêzan deriyê debarê çêdibe û got, bi vê modêla hilberîna çandiniyê pêdiviya şitil, zibil û pergala avdanê ji bo xudanên parêzan têt dabînkirin û got, gelek mifayê bacanên sor ji bo aboriya welêt heye.

Walî Su, amaje pê kir ku firingîya Diyarbekirê piştî karûbarên zuhakirin û xwêkirinê ji bo Îtalî têt hinardekirin û got, gelek parêzvanên me ku piraniya wan jin in, li navçeya Sûrê van bacanên sor dikin selçe, zuha dikin û di bazara hundirîn de derdixin ber bazarê.

“Em ê vê kiryarê li parêzgehê berbelav bikin”

Waliyê Diyarbekirê Su, diyar kir ku ew ê ji bo ev pêkanîn li tevahiya parêzgehê berbelavtir bibe xebatan berfirehtir bikin û weha axivî:

“Em ê her sala paştir vî karî firehtir pêk bînin. Ev veberhênan, deriyê debarê ye. Hilberandin çiqas zêdetir bibe ji bo pêdiviya veberhêna bajarê me û welatê me giringiya xwe heye. Karsazekî hêja ji Manîsayê hatiye ji bo vî karî, mala wî ava.”