Xwendekarên Mala Zanînê li şûnwarên tarîxî geriyan

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xwendekarên li Mala Zanînê perwerde dibin, li şûnwarên dîrokî yên bajêr gerandin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên li navçe û navenda bajêr dixwînin li şûnwarên tarîxî û geştûguzarê bigerîne bernameya “Diyarbekirê Bigere-Bibîne” li dar dixe.  

Di çarçoveya bernameya ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ve hate lidarxistin de xwendekarên mala zanînê ya Navendî, Selahedîn Eyubî, Prof. Dr. Azîz Sancar û Gurbiza Henê li bajêr digerin û şûnwarên turîstîk û tarîxî dibînin.  

Bi boneya bernameyê xwendekar li Sûka Sifirbendan a nav Sûrê, li Minareya Çarling û Akademî Zanîngeha bin banê Şaredariya Bajarê Mezin gerîyan.

Di bernameyê de xwarin û vexwarin jî li xwendekaran hat belavkirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, dê bi bernameya ji bo xwendekarên li navçe û navenda bajêr dixwînin li şûnwarên tarîxî û geştûguzarê bigerîne bernameya “Diyarbekirê Bigere-Bibîne” li dar dixe, berdewam be.