Projeya “Bajarê xwe binase xwe nas bike”

 

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo esnafan bernameya “Bajarê Xwe Binase Xwe Nas Bike” li dar dixe û bi vê mebestê geşt û geryanan li dar dixe.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Esnaf û Pîşekaran, bi mebesta ku dema turist têne bajêr esnaf baştir pêşwaziya wan bikin xebatên perwerdekirina esnafan dimeşîne.

Bi boneya vê projeyê esnafên jin û kursiyerên di kursên pîşegihandinê de perwerde dibin geştek hate lidarxistin û ew li şûnwarên tarîxî û turîstî gerandin.

Di geryanê de rêberên turîstan der barê şûnewarên tarîxî û turîstî yên bajêr de agahî dan beşdaran.