Li Mala Dengbêjan panela “Kirdkî”

 

Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya xebata Atolyeya Zimanên Qedîm de panela der barê “Stran û Çîrokên Gêlê yên Bi Kirdkî” de li dar xist.

Atolyeya Zimanên Qedîm di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de li Mala Dengbêjan panelek der barê “Stran û Çîrokên Gêlê yên bi Kirdkî” de pêk anî.

Panel ji aliyê Nivîskarê Lêkoler Şahap Laçîn ve hate birêvebirin û di gotûbêjê de der barê zaza û kirdan de agahiyên berfireh hatin dayîn.

Laçîn, di axaftina xwe de der barê naveroka pirtûkên xwe de agahî dan û çîrokên Zazakî ku di pirtûka xwe de berhev kirine ji beşdaran re vegotin.  

Bername bi beşa pirs-bersivan bi dawî hat.

“Divê ziman bêt bipêşxistin”

Nivîskar Laçîn, got ku wî di gotûbêjê de li ser kitêbên der barê çîrok û stranan de axaftin kirine.

Laçîn, diyar kir ku wî naveroka stran û çîrokên di pirtûka xwe de kiriye û got, ji bo pêşveçûna Zazakî wî du pirtûk nivîsîne.

Laçîn bal kişand ser giringiya Atolyeya Zimanên Qedîm û weha axivî:

 “Ev ziman aydê mirovan e, gelek normal e der barê vî zimanî de lêkolîn bêne kirin divê ev zimanên han bêne lêkolînkirin û pêşxistin. Ev bernameyeke xweş bû. Bernameyên weha bo çanda me pêşketinê tînin.”

“Xwedîtiyê li Zazakî bikin ”

Pinar Gok di bin banê Atolyeya Zimanên Qedîm de beşdarî kursa zazakî dibe, diyar kir ku Zazakî ketiye nav zimanên ber windabûnê de û got, wek zazayek ew dixwaze zimanê xwe bi pêş bixe.

Gok, bi bîr xist ku ev panel ji bo piştgiriya zazakî giringiya xwe heye û got, “Em dixwazin destekê bidin Zazakî û xwedîtiyê li Zazakî bikin.”

Dîlan Şahîn jî kursiyera Kirdkî ye, got ku ev panel ji bo nasîna çanda Kirdkî gelekî bi kêrî beşdaran hatîye.

Şahîn got divê ziman bêne bipêşxistin û axaftin pê bêt kirin û got, Atolyeya Zimanên Qedîm di vî warî de xebatên baş dike.