Pinar Taniyan dayika 2 zarokan e û beşdarî kursên Şaredariya Bajarê Mezin bû û piştî kursê ji xwe re kargeha xwe vekir.
DÎKASUM bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbat û Jinan xebatên bidestxistina îstihdamê ji bo jinan dimeşîne, ji bo gihandina jinan di qadên cur bi cur ên kar û jiyanê de perwerdeya pîşeyî pêk tîne.
Pinar Taniyan (37) jina malan e, salek heye hevjînê wê bê kar maye wê jî ji bo debara malê xwe li kursa DÎKASUMê ya pîşevaniyê qeyd kiriye.
Taniyan, 1034 saet kursa “Xweşikî û Venêrîna Por” bi dawî kir û di encamê de ji bo karibe kuafêriyê bike sertîfîka stand.
Taniyan, bi handana perwerdekarên DÎKASUMê ji xwe re kargeh vekir û bû patrona karê xwe.
Taniyanê li navçeya Baglarê ji xwe re kargeh vekir, di roja ewil a kar de Seroka Daîreya Xizmetên Malbat û Jinan Ayşe Yildirim û perwerdekarên Navenda Piştgiriya Jiyanê a Jinan ew bi tenê nehişt.
Jinan bi hev re qurdêleya kargeha Taniyanê birî.
“Ev pîşe ji bo min derfeteke zêrîn e”
Taniyan, got ku wê ji aliyekî ve karûbarên malê dikir ji aliyê din ve diçû kursê da ku fêrî pîşeyekî bibe.
Taniyan diyar kir ku kursê di her warî de gelekî fêde ji wê re hebûye û weha axivî:
“Navenda Piştgiriya Jiyanê ya Jinan gelek fêdeya xwe bom in çêbû. Di warê pîşeyî de ji ta bi derziyê her tişt fêrî min kirin. Bi rastî jî ve kar ji bom in bû deriyekî zêrîn. Heta niha tu pîşeya min nebû lê êdî ez wek berê nînim. Min biryar da vê derê vekim û min ji mamosteyên me pirsî, wan rê raberî min kir, min jî vekir.”
Taniyan diyar kir ku bi vî karî nanek têt destê wê û weha domand axaftina xwe:
“Piştî min vê derê vekir, hevalên dora min zêde bûn, hatûçûna wan zêdetir kir. Ez dibêjim bila hemû jinên diçin kursên Navendê bila kargeha xwe saz bikin. Ji ber piştgiriyê ez spasiya wan dikim.”
“Em rê raberî kursîyeran dikin”
Nurten Duran yek ji mamosteya Navenda Piştgiriya Jiyanê a Jinan e, bal kişand ser giringiya van kursan û got, gelek mifayê wan li jinan dibe.
Duran, bi bîr xist ku di van navendan de di gelek waran de kurs têne vekirin û got, “Piştî kursan em belgenameya pisporîyê didin beşdaran û di warê pîşeyî de em rê û rêbazan raberî wan dikin.”