Print this page

Li Çermûgê dezgehê parzinandina avê têt çêkirin

 

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê û ÎLBANK bi hev re li navçeya Çermûgê ji bo çareserkirina pirsgirêka binesaziyê “Dezgehê Parzinandina Avê” çêdike.  

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, bi mebesta parastina ava sererdê û binerdê bi berdewam li navçeyan dezgehên parzinandina avê saz dike.

DÎSKÎyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeya Çermûgê, ji bo nehiştina pirsgirêkên binesaziyê îhaleya dezgehê kir. Piştî cih kifş bû dê dest bi kolandinê bête kirin.

Bi projeyê Çemê Sînagê têt parastin

Vê gavê li 8 deveran ava gemar têkilî çemê Sînagê dibe, piştî damezrandina vê dzegehê dê ev av bo dezgehê parzinandinê bêt guhastin û piştî parzinandinê dê avê dîsa berdin nav çemî. Bi vî awayî dê rê li ber hedimandina ava çem bête girtin.

Di çarçoveya projeyê de dê xeta kanalîzasyonê ya gundê Kafê jî bête çêkirin.

“Dê tenduristiya gel bêt parastin”

Tutşî, bal kişand ser projeyên DÎSKÎyê û weha axivî:

 “Dezgehê parzinandinê, ji bo parastina ava binerdê gelek giringiya xwe heye. Bi saya van dezgehan dê ava binerdê bêt parastin û tenduristiya gel bêt parastin. Çemê Sînagê dê ji gemarê bêt parastin DÎSKÎ, bizavê dike ku xizmeta herî baş bo welatiyan bike.”