Navendên jiyana çalak hêsankariyê tînin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi çalakiyên xwe yên li navendên jiyana çalak ji bo kesayetên xwedî pêdiviyên taybet hêsankariyê tîne jiyana wan.

Şaredariya Bajarê Mezin, ligel kursên taybet ji bo kesayetên xwedî pêdiviyên taybet bi aktîvîteyên xwe yên civakî jî şeng û şoxê dixe jiyana wan.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, di çarçoveya projeya berpirsyariya civakî de ji bo kesayetên astengdarê zihnî, bedenî, bi sendroma dowm û bihîstinê helkeftan li dar dixin.

Kesayetên xwedî pêdiviyên taybet li Navenda Jiyana Çalak a li Park Ormanê ji atolyeya muzîkê, salona sporê, atolyeya kompütere, ji bo zarokên taybet pola pêşketina pêş dibistanê û atolyeya hobî û rengandinê sûdê werdigirin. Kesayetên xwedî pêdiviyên taybet 7 rojên hefteyê ji derfetên navendê sûdê werdigirin, hem fêr dibin hem jî demeke xweÅŸ derbas dikin. Â