Print this page

Helkefta xwendekarên kursa Quranê

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin li Navenda Jiyanê ya Jinan a Yenîkoyê ji bo xwendekarên kursa Qurana Pîroz helkefta dawiya salê li dar xist.  

Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbatê û Jinan, bi mebesta piştgirîkirina jinan di warê aborî de li Navendên Jiyana Çalak ên Jinan ji bo zarokên wan kursên cur bi cur pêk tîne.

Ji bo xwendekarên ku kursa Qurana Pîroz li Navenda Jiyanê ya Jinan a Yenîkoyê bi serkeftî bi encam anîn helkefta dawiya salê hate lidarxistin.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û di berdewama wê de xwendekaran sureyên Quranê xwendin, qesîde stran û hebest xwendin.

Îmran Dagitmaz perwerdekarê kursê ye, got ku di kursê de ew ligel fêrkirina Quranê dersên dînî, exlaqê, hedîsan û sîyerê jî didin.

Dagitmaz diyar kir ku di kursê de hişyarî çêdibe û got, “Dema kursê ji bo xwendekar aciz nebin ew lîstikan dilîzin. Gelek bertekên baş ji bo vê hatin. Sala pêş jî me dil heye bi heman rêbazê kursên xwe pêk bînin.”

Xezal Rencber 13 salî ye û çûye kursê, der barê kursê de got, di kursê de ligel fêrbûna Qurana Pîroz wan helkeftên civakî jî pêk anîne û got, mifayê vê li jiyana wê bûye.

Nefîse Şahîn 12 salî ye û der barê kursê de got, “Nêzî salekê seydayên me Qurana Pîroz, tecwîd û qesîde nîşanî me dan. Îro jî di helkefta dawiya salê de me sûre ji Quranê xwendin, qesîde stran û helbest xwendin.”