Hejmara pêncê ya kovara Diyarbekir

 

Şaredariya Bajarê Mezin, hejmara pêncê ya kovara 3 mehî “Diyarbekir Çand û Şaristanî” ku tê de behsa çand û tarîxa bajêr dike, amade kir û gihand xwendevanên xwe.  

Şaredariya Bajarê Mezin, di kovara 3 mehî “Diyarbekir Çand û Şaristanî” de behsa çand, tarîx û aşxaneya bajêr dike û wê bi mêvanên derakî dide nasîn, her weha tê d ebi berfirehî behsa Diyarbekirê dike bi dosyeyên têrtijî hejmara pêncê amade kir.

Kovara “Diyarbekir Çand û Şaristanî” di hejmara xwe ya pêncê de cih daye dosyeya “Ez Diyarbekir im edebiyat ji min dibare.”  

“Diyarbekirê her serdemekê wêjeyeke xurt hewandiye”

Di sergotara hejmara pêncê de Walî Alî Ihsan Su, gotiye yek ji rêya serwextbûna bi rêbaza hunerî ya vegotin û têgihîştina jiyanê jî edebiyat e.

Walî Su, di gotara xwe de bi bîr xistiye ku Diyarbekir bajarekî giring ê cihana edebiyatê ye û weha pê de çûye:

 “Diyarbekirê her serdemê li pey hev jiyaneke zengîn a edebî hebûye. Bajêr, bi şairên xwe yên dîwanê şakarên serdema Osmanî gihandine û bûye navendeke giring a edebiyata wê demê; heçî di serdema Komarê de bûye, gelek şairên mezin di dil û mêlaka vî bajarê qedîm rabûne û mohra xwe li edebiyata welêt xistine.”

Walî Su, di dûmahîka nivîsa xwe de bal kişandiye ku wan xwestiye dewlemendiya edebî ya bajêr dîsa bînin pêş çavan û weha li qelem daye:

 “Rêya me geh kete ber mala Tarancî ya çirayê helbesta wî li şêmûga wê vêketiye, geh jî xwe kişand ber deriyê qehwexana Hesretî ya xwerû wêje… Helwecî Hemdî, ku di ber helwekariya xwe re ji bo xweşbêjeke êvariya havînê helbestan dibêje, geh jî çavê me li Îffet xanimê ketin dema li ber xaniyekî kevirîn ê Diyarbekirê helbest dirêstin. Li gel Ahmed Arîf me li Keleha Diyarbekir kir temaşe devê wî heye lê zimanê wî lal; ji kulekên Sezaî Karakoç bêhna gul û rihanan difûre, êş û jan, kêf û hêvî me bi hev re hilmiştin jê. Alî Emîrî dildarê pirtûkan, Suleyman Nazîf li dûrî bajarê xwe ketiye dû evîna dilê xwe; heçî Esma Ocak e, li zikê Diyarbekirê, li dû serpêhatiyên jinên gundî dikeve û tev tên û li me diqelibin.”  

“Ev bajar bajarê peyvê ye”

Walî Su, di gotara xwe de gotiye ku wî hewl daye behsa nasnameya edebî ya bajêr bikin û weha gotina xwe biriye dawî:

 “Ne me got, ev bajêr bajarê wêjeyê ye, bajarê şairan e, bajarê hest û nestan e. Me jî xwest em yad bikin van qelemşorên ku ruhê xwe xistine nav ruhê vî bajarî û mîna bircên wê, bedena hunera xwe ya nivîsê peyv bi peyv li ser hev ava kirine. Em bi minet wan bi bîr tînin.”