Qonaxa 6ê ya restorasyona Sûran dest pê kir

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên restorekirina keleha Diyarbekirê bi şiara “Li Sûran Vejîn Dest Pê Dike” dimeşîne û di qonaxa 6ê de bircên hejmar 39-40 restore dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta Sûrên Diyarbekirê ku Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê de cî digire bigihîne paşerojê xebatên resorekirinê bi dorfirehî didomîne.

Destpêkê di qonaxa pêşîn de deverên xirabe û dibû ku hilweşin hatin çakkirin û bi vê mebestê bircên hejmar 21 û 22ê yên li Deriyê Rihayê hatin çakkirin. Rêyên ku mirov digihînin qatên selal ên bircên hejmar 39-40ê tên çêkirin. Ev rê digihêjin bircên Heftbira û Nûrê ku di qonaxa 1ê de hatibûn restorekirin.   

37 birc tên restorekirin

Bi serkêşiya Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvanîyê di sala 2020ê de bi şîara “Vejîna Sûran Dest Pê Dike” xebatên restorekirinê hatin destpêkirin û di qonaxa 1ê de 2 bircên dora Deriyê Rihayê, Birca Benûsenê (Birca Mezin), Birca Heftbira, Birca Nûr û Birca Selçuqî jî tê de 6 birc û dîwarên navberê hatin çêkirin.  

Di qonaxa 2yê de 11 bircên Keleha Navîn û bircên hejmar 75-76 yên rûberê derve jî pê re 13 birc hatin restorekirin, dîwarê dora Girê Amîda hate şidandin û xebatên hawirçakiya li deverê berdewam dike.

Birca Deriyê Çiyê ku dê bibe Muzeya Xetat Hamid Aytaç, ligel Bedena Tenê û bircên hejmar 7,8 jî di çarçoveya qonaxa 3ê de tên çêkirin û ji sedî 16ê wê hatiye duristkirin.

Wezareta Çand û Turîzmê, di çarçoveya xebatên qonaxa 4ê de ji bo bircên hejmar 75 û 76ê îhale pêk anî.

Di qonaxa 5ê de xebat ji devera Keleha Navîn dest pê kiriye, 950 metre ji hundir ve milê ku berê wê li Şetê Dîjleyê ye tên restorekirin.