Print this page

Kursa alîkarîya nexweş û pîrekalan

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo alîkariyê bi pîrekal û nexweşan re bikin kurseke bêpere vekir û perwerdeya vê kursê bi encam bû.

Serokatiya Daîreya Xizmeta Malbat û Jinan, ji bo destek û alîkariya pîrekalan û nexweşan xebatên xwe didomîne.  

Bi vê mebestê Şaredariya Bajarê Mezin kursa perwerdeya venêrtina nexweş û pîrekalan li dar xist.

Di kursê de; mijarên taybetî û danasîna pîrekaliyê, rehabîlîte û pêdiviyên pîrekalan, venêrîna rojane ya pîrekalan, pêdiviyên nexweşan û rêgezên paqijiyê, unîteya nexweşan û pêkanînên der barê nivînên nexweşan de, dermankirina nexweşan û rêbazên parastinê û her wedî din hatin dîtin.

Kurs mehekê dewam kir, tê de agahiyên teorik û praktîk hatin dayîn û di encamê de sertîfîka bi îmzeya MEB ji 95 beşdaran re hate dayîn.

Kursîyerên xwedan sertîfîka dê karibin li nexweşxane, mala saxtîkirinê, mala pîrekalan, navendên rehabîlîtasyonê bixebitin.