23 hezar zarokan ji fêrgehên havînê sûd wergirt

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, Fêrgehên Spora Havînê di 21 beşan de ji bo zarokên 8-14 salî li dar xistin û 23 hezar xwendekarî beşdarî di van fêrgehan de kir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, bi mebesta di warê pêşketina fîzîkî û civakî de tevkariyê bi zareokan re bike û zarok havîna xwe bi mifa derbas bikin fêrgehên spora havînê li dar xistine.  

Di fêrgeha havînê de bi beşên atletîzm, basketbol, jimnastik, hokeya mêrgê, dart, futbol, gulaş, hentbol, judo,karate, kick-boks, tenîsa kortê, tenîsa maseyê, kişik, taekwondo, şopgerî, çiyagerî, tîrvanî, badminton, voleybol û avjeniyê de rahênan tên kirin.  

21 branşên cihê

Di kursan de bi 21 branşî perwerde hate kirin 23 hezar zarok beşdarî vê perwerdeyê bûn û zarokan hem rahênanên werzîşî kirin hem jî havîneka xweş derbas kir.

Muhamed Alî Zaman ku yek ji beşdarên van fêrgehan bûye got, bi saya vê kursê ew fêrî lîstika tenîsa maseyê bûye.

Zaman, diyar kir ku wan hem wext bo lîstina sporê dîtiye hem jî nas û dostanî bi pêş xistiye û weha axivî:  

 “Nêzî 2 meh in ez têm fêrgehên havînê. Gelek kêfa min bi lîstika tenîsê têt. Mamosteyên me nîşanî me da ka divê em çawa bilîzin, rakete çawa bigirin û çawa lêxin. Ji nêzik ve ligel me mijûl dibe. 5 rojên hefteyê di navbera saet 9.30 û 12.30ê de ez têm vê derê. Ez gelek ji vê derê memnûn im. Tenîs zehmet nîn e.”

“Hem xwe honik dikin hem jî fêrî melevaniyan dibin”

Bawer Çalişkan jî yek ji beşdarên kursa melevaniyan e got, bi saya vê kursê ew fêrî avjeniyê bûye.

Çalişkan weha axivî, “Berî bême vir min avjenî nedizanî tenê min xwe di avê wer dikir lê niha ez baş melevaniyan dikim. Mamosteyên me fêrî me kir ka divê em di avê de çawa hilmê hildin. Di kelegerma Diyarbekirê de em têne vir hem xwe honik dikin hem jî xwe fêrî melevaniyan dikin.”

Hêja Eren Karabulut jî yek ji kursiyeran e got, wê bi kêfxweşî beşdarî di kursa futbolê de kiriye.

Karabuluk diyar kir ku dema wan li virê gelek xweş derbas dibe û weha axaftina xwe domand:

 “Ev çend meh e ez tême vê kursê. Şûna ez li kuçeyan bilîzim têm vê derê bi gogê dilîzim. Li virê xebata pasdan, bazdan û laşgermkirinê em dikin. Mamoste teknîkê nîşanî me didin û beza me bileztir dibe.”

“Derfetên vir baş in”

Omer Talha Alkiş jî yek ji kursiyeran e got, şaredariyê xizmeteke baş aniye cih û weha domand, “Di maçên taxê de rêgez tune ne lê li virê em futbolê gorî rêgezên wan dilîzin. Derfetên vê derê gelek baş in û ez dibêjime hevalên xwe: hûn jî kerem kin werin vir.”

Qeyd dewam dikin

Kesên dil heye beşdarî kursên ku li tesîsên Şaredariya Bajarê Mezin têne kirin bibin dikarin têkevin vê malperê isteyenler https://uyanisgenclik.diyarbakir.bel.tr/ogrenci/sporokullari.aspx û qeyda xwe çêkin an jî biçin Gerînendetiya Sporê ya li Talaytepê û bi xwe qeyda xwe çêkin.

Kesên dil heye ji kursên havînê sûd werbigirin dikarin agahî ji hejmara 0412 229 48 80 daxîlî 4405 werbigirin.