Xebatên ser binesaziya Licê berdewam e

 

 

Xebata hevpar a ji aliyê DÎSKÎ û ÎLBANKê ve ji bo av û kanalizasyona navçeya Licê hatiye destpêkirin, didome.

DÎSKÎ li navçeyan xebata ava vexwarinê û kanalîzasyonê didomîne, pirsgirêka binesaziya navçeya Licê ku bi salên dûvedirêj e heye, çareser dike.

Li gorî projeya DÎSKÎyê pirsgirêka binesaziya Licê heta sala 2050ê têt çareserkirin, li gorî projeyê 33 kîlometir kanalîzasyon têt dabînkirin û 47 kîlometir xeta avê têt cîbicîkirin.

Di çarçoveya projeyê de xwelîmor û xîza li erdê maye, ji aliyê ekîban ve bi rêkûpêk hate paqijkirin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî û Midûrê Herêmê yê ÎLBANKê Halit Bayrak xebat seh kirin û der barê xebatê de agahî ji rayedaran wergirtin.