Walî Alî Ihsan Su, beşdarî “Çinîna Zebeşan” bû

 

 

Walî Su:

Ji bo Diyarbekira me hem li cihanê hem li welatê me bêt nasîn û nasandin zebeşa Diyarbekirê giringiyeke xwe ya mezin heye"

Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, çû navçeya Bismilê û di merasîma “Çinînan Zebeşan” de amade bû.

Bernameya “Çinîna Zebeşan” li zeviya Hamit û Îkram Atli, li gundê Mîrzabeg birêve çû û Walî Su, di bernameyê de berê xwe da zebeşan.

Walî Su, zebeşek şikand û pêşkêşî rojnamegeran jî kir û paşê ligel cotyaran hevdîtinek pêk anî.

Walî Su, di daxuyaniya xwe de got ku palehiya çinîna zebeşa Diyarbekirê dest pê kiriye. Zebeş sembola bajêr e.

Walî Su, amaje pê kir ku gelek berhemên çandinî li vî bajarî hene, yek ji wan a herî giring jî zebeş e û got, hatiye tecsîlkirin ku li Diyarbekirê zebeşên 45 heta 56 kîlo têne hilberandin.

Walî Su, diyar kir ku gelek celebên van zebeşan hene û got ku îro çinîna yek ji wan têt kirin, jê re dibêjin zebeşa “sirme” û got, ew ê meha îlonê festîvalekê li dar bixin.

"Nêzî 121 hezar ton zebeş tên berhemanîn "

Walî Su, aşkere kir ku li Diyarbekirê ne tenê bi “Zebeşa Diyarbekirê”, her weha celebên dî yên zebeşan jî tên berhemanîn û weha axivî:

 “Li bajarê me bi tevahî li ser 30 hezar dekarî zebeş tên çandin. Nêzî 121 hezar ton zebeş têt berhemanîn. Lewra jî zebeş, ji bo çandinyariyê gelek giringiya xwe heye. Heçî zebeşa Diyarbekirê ye wek sembolekê giringiya xwe heye. Her weha ji dendikên xwemalî têt hilberandinê. Ji bo dewamdana vê tevdîrên me hene. Hem wezareta me, hem parêzgarî hem jî şaredarî em destekê didinê.”

Walî Su, got wek şaredariya Bajarê Mezin çawan salên borî me piştgirî bi cotyaran re kiriye em ê îsal jî desteka xwe bikin û got, îsal li ser 90 dekarî zebeş hate çandin ji bo vê desteka zibil û dermanan bi 40 cotyaran re hate kirin.

Walî Su diyar kir ku dê desteka wan berdewam be û got, “Çimkî ev berhem ji bo me pir giring e. Em zebeşa Diyarbekirê didin nasîn, hem Diyarbekira xwe hem zebeşa wê didin nasînê. Ji bo Diyarbekira me hem li cihanê hem li welatê me bête nasîn û naskirin, zebeşa Diyarbekirê gelek giringiya xwe heye.”

Walî Su, got ku wek Şaredariya Bajarê Mezin ew ê zebeşên girs bikirin û bi vî awayî destekê bidinê çandinyaran.

Di bernameyê de penîr û zebeş ji bo mêvanan hate pêşkêşkirin.

Di bernameyê de ligel Su, giregirên navçeyê jî amade bûn.