Li 17 navçeyan yarîgeh bo zarokan hatin çêkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li navenda bajêr û navçeyan ji bo zarok demeke xweş lê derbas bikin li deverên cuda cuda yarîgehên zarokan cî bi cî kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo rûyê zarokan geş bike û zarok demeke xweş biborînin, haletên kevinbûyî yên yarîgehan hilanîn û yên nû li şûna wan dabîn kirin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, bi boneya vê xebatê li 17 navçeyan li deverên destnîşankirî hilûşank, texterewalî, hêlekan, ekipmana hilkişîna bi wêrîs û haletên dîtir ên pêwist monte kirin.   

Di heman xebatê de her weha haletên fîtnessê jî hatin dabînkirin, ji 7 salî heta 70 salî welatî karin liv an haletan sporê bikin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di encama xebata li navçeyan dayî destpêkirin de li gelek gundan yarîgeh dabîn kirin, ev gund cara pêşîn e van haletan dibînin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarok demeke şad derbas bikin çi ji destî têt texsîr nake û dê bi xebatên xwe yên dabînkirina yarîgehan bo zarokan berdewam be.