Jinên ku di kursa “Delalî û Kezî Biskan” ya li Navenda Jiyanê ya Jinan a Yenîkoyê bi ser Şaredariya Bajarê Mezin de perwerde dibin şahiya dawiya salê li dar xist.
DÎKASUM’a bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê ji bo geşedana jiyana jinan di kerta karguzariyê de xebatên xwe dimeşîne bi dewrên perwerdeyê jinan di gelek waran de digihîne.
Di kursa “Delalî û Kezî û Biskan” a li Navenda Jiyanê a Jinan li Yenîkoyê de 26 kursîyeran, bi perwerdeyeke 750 saet dewra xwe bi dawî anîn.
Bi boneya vê, bi beşdariya rahêner û kursiyeran helkefta dawiya salê hate lidarxistin. Di helkeftê de jinan hunerên xwe yên vehênana kezî û biskan nîşan dan.
Piştî şahiyê beşdaran sertîfîkayên xwe ji destê Seroka Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê Ayşe Yildirim wergirtin.