Walî Alî Ihsan Su, ligel cotyaran fistiq çinîn

 

Walî Su: 

Li bajarê me van salên dawîn xebateke baş hatiye kirin û erda baxçeyên fêkiyên qaqilhişk gihîştiye 48 hezar hektarî. Em ê her sal li vê zêdetir bikin”

Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, di helkefta roja bîstanî ya li gundê Mîraxurana Sûrê ji bo çinîna fistiqan hate lidarxistin de amade bû.  

Walî Su, li baxçeyî bi xebatkaran re fistiq çinîn û ligel karker û baxvanî sohbet kir.

Walî Su, di daxuyaniya vir de diyar kir ku li bajarî di warê çandiniyê de xebatên pir giring hene bi taybetî xebat li ser fêkiyên qaqilhişk tên meşandin.

Walî Su, bi bîr xist ku ev xebat bi hevkariya Wezareta Çandinî û Daristanan, Kargêriya GAPê û Şaredariya Bajarê Mezin tên birêvebirin û weha axivî:

 Li bajarê me van salên dawîn xebateke baş hatiye kirin û erda baxçeyên fêkiyên qaqilhişk gihîştiye 48 hezar hektarî. Em ê her sal li vê zêdetir bikin. Îsal jî em ê baxçeyên bi buhayê 3 milyon lîre danîn 1 milyon dê ji kîsê Şaredariya Bajarê Mezin, 1 milyon ji kîsê Wezareta Çandinî û Daristanan û 1 milyon jî ji kîsê cotyaran be. Îsal em ê nêzî 18 hezar dekar baxçeyê bahîv, gûz û fistiqan deynin.”

Walî Su behsa xebatan kir û weha pê de çû:

 “Sala par, me li bajarê me li ser 14 hezar û 500 dekarî 816 ton fistiq hilberandin. Îsal jî xebatên me bo zêdekirinê hene û înşelleh em ê 7 hezar û 250 dekar erda dî ji bo danînan darên fistiqan terxan bikin.”

Walî Su, amaje bi projeyên bo gundan kir û got, wan li van deran 150 hezar darên kizwanan petrûme kirine da ku bibin fistiq.

“Di xebatên hewrişîmî de li pêş in ”

Walî Su, diyar kir ku xebatên giring li ser sektorên lipêş yên bajêr têne kirin û got, “Wek têt zanîn em di warê hilberandina hewrişîmvaniyê de li Tirkiyeyê pêşeng in. Bi vê mebestê, Şaredariya Bajarê Mezin ji bo hilberandina hewrişmê û doşava tûyan li Pasûr, Erganî, Çungûş, Çermûg û Hezroyê 38 hezar ajarên tûyan li çandinyaran belav kirin.”

Walî Su, bal kişand ku ew ê desteka xwe ya bo cotyaran berdewam bin û weha axivî:

 “Wezareta Çandinî û Daristanan, Kargêriya GAPê, Şaredariya Bajarê Mezin, Walîtî em ê tev bi hev re ligel cotyarên xwe hilberînê bikin, em ê hejmara bax û bîstanan zêdetir bikin. Bila çinîna fistiqan a îsal bi xêr û bereket be.”

Piştî axaftinê Walî Su, ligel gundîyan û cotyaran rûnişt, çay vexwar, sohbet kir.