Şaredariya Bajarê Mezin bin banê xwe de kursa zimanê îşaretê vekiriye û şêniyên beşdarî vê kursê dibin fêrî zimanê astengdarên bihîstinê dibin.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta deriyê debarê ji bo welatiyên astengdar veke û şiyanên wan araste bike kursa zimanê îşaretan daniye û bi vê dibe dengê astengdarên bihîstinê.
Perwerde li Gerînendetiya Astengdaran a li Sumerparkê ku bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve ye tên dayîn û ligel şêniyên astengdar welatî jî beşdariyê tê de dikin.
“Zimanê îşaretan, zimanê mirovên xwedî şiyana empatîkirinê ye”
Nimet Kerimoglu Perwerdekar û Wergêrê Zimanê Îşaretan e, bal kişand ser giringiya vî zimanî û got, li gorî daneyan heta sala 2050ê her ji 10 kesan kesek dê bibe astengdarê bihîstinê û ji guhan ker bibe.
Kerimoglu diyar kir ku ji bo bibe dengê kesayetên guhgiran ji berî 8 salan ve ye dest bi vê perwerdeyê kiriye û got, ji ber hebûna zarokên bêkes ên xwedî pêdiviyên taybet wî dest bi vî karî kiriye.
Kerimoglu got, “Ez ji karê xwe pir hez dikim. Kesên têne dersa zimanê îşaretan tu dibe qey ji malbata min in” û axaftina xwe weha domand:
“Kesên têne kursa zimanê îşaretan mirovên hêja ne çimkî zimanê îşaretan karê mirovên xudan şiyanên empatîkirinê ye. Ez rica ji xelkê Diyarbekirê dikim, bila bêne Sumerparkê, li wê derê Beşa Gerînendetiya Astengdaran heye, li vê derê kursa astengdaran bo hemû welatiyan heye. Ew ê fêrî zimanekî nû bibin, her ziman insanek e, bi vî awayî dê alîkariyê bi kesên xudan pêdiviyên taybet bikin, ev yek dê gelekî dilê wan xweş bike.”
Nurşîn Durmaz beşdara kursa zimanê îşaretan e, got pêdiviya wê bi sertifikaya vî zimanî heye û di encama lêkolînê de wê ev kurs dîtiye.
Durmaz got, “Berî ez bêm vir min tenê dixwest sertifikaya min hebe. Piştî ez hatim vir ez gelekî serwext bûm. Li gorî mamosteyê dibêje, heta sala 2050ê her ji 10 kesan kesek dê bibe astengdarê bihîstinê.”
Durmaz diyar kir ku ew êdî kare bi astengdarên bihîstinê re pêwendiyê deyne û weha axivî:
“Ji bo wan gelek xweş dibe gava kesekî bibînin û pê re karibin biaxivin. Gava ez xwe datînim şûna wan, min jî dixwest her kes min fam bike. Li Diyarbekirê di vî warî de zêde hişyarî tune ye. Gava mirov van pêşketinan dibîne bivê nevê kêfa mirov tê.”
Firat Çulçi, li vê saziyê ajpêjiyê dike ji bo karibe pêwendiyê deyne xwe li kursa zimanê îşaretan qeyd kiriye û got ku ev kurs gelek giring e û hindî ku zanayên vî zimanî zêdetir bibin ewqasî baş e.