DÎSMEK perwerdeya pêşkêşvaniyê dide

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xebatkarên pispor di warê spîkerî û pêşkêşvaniyê de bigihîne bi DÎSMEKê re xebateke nimûne da destpêkirin.  

DÎSMEK di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî de xebatan dimeşîne, ji bo gihandina pêşkêşvanan kursa “pêşkêşvaniyê” li dar xistiye.

Di kursa pêşkêşvaniyê de kursiyer helbest, çîrok, tekst û rojnameyan dixwînin û dinirxînin, li pêşberî kamerayê nûçeyan pêşkêş dikin, bê ku hayê wan pê hebe axaftinê dikin û bi vî awayî xwe ji bo pîşeya pêşkêşvaniyê amade dikin.

Kursa pêşkêşvaniyê di berfanbara 2021ê de dest pê kir û 80 xwendekaran beşdarî tê de kir, di encamê de sertîfîkayên xwe standin.

Perwerdekarê Pêşkêşvaniyê Mehmet Yazigan, got ku kesên tên vê kursê piştî demekê baştir bi civakê re pêwendiyê datînin.

"Kursiyer hem fêrî axaftinê hem jî wênegirtinê dibin"

Yazigan diyar kir ku ew li 17 navçeyên Diyarbekirê kursa pêşkêşvaniya nûçeyan didin û got, kursên wan têrtijî derbas dibin û her serdema paştir bêhtir beşdarî lê çêdibe.

Yazigan bal kişand ku divê hemû şêniyên Diyarbekirê beşdarî vê kursê bibin û got, “Dersên me bi vekirina dengî û egzersizan dest pê dikin. Bi diksiyon û lalotebûnê dewam dikin. Bi taybetî em pir zûgotinan dibêjin. Egzersiza bi pênûsê dikin. Di dawiya kursê de perwerdeya girtina wêne û videoyan têt dayîn.”

Yazigan, weha axivî:

 “Bi taybetî kursiyerek dema pêşîn hatî diksiyona wî pir xirab bû. Hem bi devokî diaxivî hem kelecanî dibû hem jî lalote bû. Di dawiya kursê de ev kursiyer gelek bi pêş ket. Gelek kêfa min hat. Bi kurtî insan hem hînî axaftinê dibin, hem hînî pêwendîdanê dibin hem jî fêrî girtina wêne û vîdeoyan dibin.”

Beydanur Ozdemir kursiyera vê kursê ye, got ku ew bi kêmasiyên xwe hesiyaye lewra wê di encama lêkolînê de xwe gihandiye kursên DÎSMEKê.

"Pirsgirêka me ya devokê heye "

Ozdemir, bi bîr xist ku wê piştî xwe gihandiye DÎSMEKê beşdarî di kursa pêşkêşvaniya nûçeyan de kiriye û weha got:

 “Bi taybetî pirsgirêka min a kirpandinê di axaftinê de hebû û ez li çareseriyekê digerîyam. Bi saya mamoste ez bi kêmasiya xwe hesiyam. Me pirsgirêk çareser kir. Niha ez çêtişr karim têkilî bi mirovan re deynim, pirsgirêka devokê min hel kir û wek berê bil ez naaxivim.”