Print this page

Ji bo xelkê Licê şahiyek hat lidarxistin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di şahiya li navçeya Licê lidarxistî de nimayîşa bandoyê, dîwana dengbêjan û muzîk pêşkêş kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeyan xebatên çand û hunerê li dar dixe û welatiyan kêfxweş dike, li vê mebestê berê xwe da Licê.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bi şahiya “Roja Hunerê ya ji Amedê Ber Bi Licê Ve” ji bo welatiyên Licê nimayîşa bandoyê, dîwana dengbêjan û muzîk pêşkêş kir.

Bername bi nimayîşa bandoyê ya li kuçeyên Licê dest pê kir, bi dîwana dengbêjan li Parka 15ê Tîrmehê ya Licê dewam kir.

Dengbêjan stranên xweş gotin, hunermendên bi ser Konservatuara Bajêr jî bi stran û muzîka xwe dilê xelkê Licê geş kir.  

Şaredariya Bajarê Mezin, her hefte, li navçeyekê bi bernameyeke cuda ya çand û hunerê welatiyan kêfxweş dike.