2 hezar û 500 lîre destek bo xwendekaran

 

 

Walî AlÎ Ihsan Su:

“Serdema ewil 1250 lîre, di serdema duyem de 1250 lîre bi giştî em ê 2 hezar û 500 lîre destekê bidin xwendekarên cara pêşî zanîngeh standî.”

Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, diyar kir ku ew ê li Diyarbekir û navçeyên wê 2500 lîre bidin her xwendekarê bo cara pêşîn di ezmûna zanîngehê de bi ser ketiye û li beşekê dest bi xwendinê kiriye.

Walî Su, ciwan wek “siberoja welêt” bin av kirin û xwendekarên Diyarbekirî yên îsal di ezmûna zanîngehê de bi ser ketine pîroz kirin.

Walî Su, got ku wek Şaredariya Bajarê Mezin ew ê destekê bidin xwendekarên zanîngeh standî yên Diyarbekirî û weha axivî:

 “Heke tu li Diyarbekirê bijî û te îsal xwe bi zanîngeha perwerdeya honayî çi ya 4 sal çi ya 2 sal qeyd kiribe tu dê serdema pêşîn 1250 lîre, serdema duyê 1250 lîre bi giştî 2500 lîre destekê ji me bistînî. Bi vê maneyê diyariya ewil ji me. Bila ser xêrê be. Zihna we, bextê we xweş be. Ji we tevan re serkeftinê dixwazim.”

2 hezar û 500 lîre di 2 serdeman de têt dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta tevkarî ji bo jiyana xwendinê ya xwendekarên Diyarbekirê “Projeya Destekê Bo Zanîngehxwînên Nû” amade kir.

Proje ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve hate amadekirin û li gorî vê projeyê, di serdema pêşîn de dê 1250 lîre, di serdema duyem jî dê 1250 lîre li hesabê van xwendekarên ku bo cara pêşîn dikevin zanîngehê bêt razandin. Bi tomerî dê 2500 lîre hevkarî bi zanîngehxwînên nû re bête kirin.

Serokatiya Daîreya Danesaziyê, der barê vê projeyê de bo serlêdanê nivîsbarîyek amade kir.

Ji bo serlêdanê xwendekar dikarin têkevin malpera http://basvuru.diyarbakir.bel.tr TCya xwe lêkin nav û paşnavê xwe binivîsin û xwe tê de tomar bikin.  

Agahî li ser e-devletê tên piştrastkirin

Xwendekarên ku agahiyên xwe liv ê pergalê qeyd bike dê agahiyên wî yên berfireh ji pergala MERNÎS, YKS û OSYMê bi xweber bêne hildan û tomarkirin.

Pergal, li ser sistema e-devletê bi awayekî otomatik dê agahiyên xwendekarê beşdar piştrast bike.

Piştî karûbarê piştrastkirina belgeyan dê hejmara IBAN û belgeya xwendekariyê di ser e-devletê hilde û serlêdana xwendekarî dê amade be.

Jixwe xwendekarê ku agahiyên xwe xelet lêke dê ji aliyê pergala nivîsbariyê ve bi otomatik bêt redkirin.

Serlêdanê dets pê kir

Serlêdanê 21ê îlonê çarşemê (îro) dest pê kirin û heta 3ê kewçêrê roja duşemê saet 23:59 dê bidome. Piştî evraqên serlêderên bên kontrolkirin dê pere li hesabê wan bêt razandin.