Festîvala Zebeşa Diyarbekirê li dar ket

 

 

Walîtiya Diyarbekir û Şaredariya Bajarê Mezin bi mebesta danasîna zebeşa Diyarbekirê ku xwedan nîşaneya tescîla cografî ye li Meydana Deriyê Çiyê “12. Festîvala Zebeşan a Diyarbekirê” pêk anî.

Festîval bi korteja hêştirên barê wan zebeş, tîma bandoyê, koma erbaneyê û ekîbên folklorê ji Birca Keçikê ber bi Deriyê Çiyê ve dest pê kir. 

Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, parlamenter Oya Eronat, Mehmet Mehdî Eker û Ebubekir Bal, Midûrê Asayîşê Fatih Kaya, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çiftçi, Qeymaqamê Yenişehrê Murat Beşikçi, Şaredarê Baglarê Huseyin Beyoglu, Rektorê Zanîngeha Dîjleyê Prof. Dr. Mehmet Karakoç, midûrên saziyan û komek welatî beşdarî kortejê bûn.   

Kortej gava gihîşte Meydana Deriyê Çiyê, Walî Su û şandeya pê re serdana standa kursiyerên DÎSMEKê kir.

Li Meydana Deriyê Çiyê pêşandana bando û govendê hatin lidarxistin û din ava zarokan de pêşbirka xwarin û gêrkirina zebeşê birêve çû. Zarokên 0-2 salî di nav zebeşê de wêne girtin.

Zebeşa 51 kîlo û 400 gram pileya yekê bi dest xist

Di pêşbirka zebeşa herî girs de, Îkram Alti yê cotyar bi zebeşa 51 kîlo û 400 gram bû yekemîn, Adil Aydin biz ebeşa 48 kîlo û 900 gram bû duyemîn û pileya sêyê jî Metmeh Atli bi zebeşa 47 kîlo û 600 gramî wergirt.

Di festîvalê de zarok û cotyarên ku di pêşbirkan de bi sre ketin xelatên xwe hildan û pê re stranbêj Ferat Ungur û Menûş Baba konserên xwe dan. 

“Li nêzî 30 hezar dekarî zebeş têt çandin”

Walî Ali Ihsan Su, di mîhrîcanê de got ku Diyarbekir malovanî ji gelek xweşikîyan re dike û got ew xwedan nirxên çandî û dîrokî ye. 

Walî Su, bi bîr xist ku zebeşa Diyarbekirê berhema bi tescîlkirî ya bajêr e û got, “Zebeşa Diyarbekirê em didin nasîn, zebeşa Diyarbekirê me dide nasîn.”

Walî Su, diyar kir ku Walîtî, Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînendetiya Çandinî û Daristanan a Bajêr destekê dide cotyaran û weha axivî:

 “Li bajarê me li ser nêzî 30 hezar dekarî zebeş têt çandin. Îsal em çav lê ne ku 118 hezar ton rekolte bikin. Ligel zebeşa Diyarbekirê em zebeşên ser destexanê jî diçînin, ev aqarekî 30 hezar dekarî li xwe digire. Ji bo zebeşa Diyarbekirê pûçel nebe em tovê wê diparêzin û wê didin cotyaran da ku bi çandina wê berdewam bin.”  

Su, bal kişand ku ew wek Şaredariya Bajarê Mezin ji bo “zebeşên girs bêne hilberandinê” desteka zibil û dermanan didin cotyaran.

Walî Su, amaje bi “Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê” da û bi bîr xist ku ew ê di navbera 8-16ê kewçêrê de ligel Wezareta Çand û Turîzmê vê mîhrîcanê li dar bixin û got, dê festîvaleke têrtijî be, konser, bernameyên dînî, ji bo zarokan, ciwanan dê bername hebin. Dê bernameyên pirtûk, helbest, şanoyê hebin.”  

Bername bi axaftina hin siyasetmedaran dewam kir.  

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31