Şaredariyê li Şahiya Zanistê stant danî

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li Şahiya Zanistê ya Mezopotamyayê TÜBİTAK 4007 ku tê de atolyeyên kodkirina robotî, xweza û astronomîyê cih digirin, stanta xwe vekir.

Li Sumerparkê bi piştgiriya TÜBÎTAK, Walîtî, Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînendetiya Perwerdeya Bajêr Şahiya Zanistê ya Mezopotamyayê TÜBİTAK 4007 têt lidarxistin.

Di stantê de,  berhemên xwendekarên malên zanînê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de hatine vekirin ku di “Atolyeya Kodkirina Robîtî” de çêkirine tên pêşandan. Xwendekar eleqeyeke germ nîşanî stantê didin û derbarê kodkirina robotî pirsan ji kursiyeran dikin.  

“Pir eleqe heye”

Perwerdekarê Kodkirina Robotî Bayram Guler, diyar kir ku ew gelekî pê xweş e ku wan di Şahiya Zanistê ya Mezopotamyayê TÜBİTAK 4007 de berhemên xwendekarên xwe kariye pêşan bidin.

Guler, got ku ew ligel xwendekarên xwe beşdarî xebatên stantê dibin û got, ew ji eleqeya bo stantê gelekî kêfxweş in.

Xwendekar Harın Hasan Can (12) got ku ew berhemên xwe yên di atolyeyê de hilberandiye nîşan didin.

Can, bal kişand ku di atolyeyê de ew ji beravêtiyan berhemên robotîk çêdikin û bi vî awayî wan gendûgelêşan ji nû ve dixin ber berhemanînê.  

Şahî dê 3 rojan dewam bike û di stantê de zarok ji robotîkê heta bi zanistên sîber, heta xebatên sportîf dê beşdarî gelek çalakiyan bibin.  

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31