Walî Alî Ihsan Su, xebatên rê seh kirin

 

Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, xebatên asfaltkirina ser Bulvara Necmettin Erbakan ku Rêya Ruhayê û Bulvara Elezîzê digihîne hev saxtî kirin.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo derfeteke baştir a hatûçûnê ji bo welatiyan terxan bike li xebatên xwe berdewam e.

Walî Su, xebatên retina qîrê ya ser Bulvara Necmettin Erbakan saxtî kirin, der barê rêveçûna xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin.

Walî Su, diyar kir ku ev xebat ji bo bajêr giring in û got, “Xebatên me yên çêkirina rêyan û binesaziyê bêrawestan didomin. Em ê rêyên modern ji bo bajarê xwe çêkin.”  

Di bernameyê de ligel Walî Su, Sekreterê Giştî Abdullah Çiftçi, Alîkarê Sekreterê Giştî Ensarî Erden û Serokê Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê Kendal Okutucu jî amade bûn.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31