Xwendekar bo Akademî Zanîngehê tên vexwendin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li stantên ku li kampûsa Zanîngeha Dîjleyê û termînala otobûsan a navbajarî hatine danîn ciwan ji bo Akademî Zanîngehê hatin vexwendin.

Akademî Zanîngeh di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de ye û bi vebûna Serdema Perwerdeyê a sala 2022-2023ê dest bi xebatên xwe yên danasînê kir.

Perwerdekarên Akademî Zanîngehê, li stantên ku li kampûsa Zanîngeha Dîjleyê û termînala otobûsan a navbajarî hatine danîn Akademî Zanîngehan didin nasîn.

Perwerdekaran agahî dan xwendekaran û ji wan re aşkere kir ku heçî Akademî Zanîngeh in li wan bernameyên pirtûkxwendinê, gotûbêj, xwendina helbest û muzîkê, konferans, panel, rojên fîlman û gelek helkeftên din tên lidarxistin û di her warê têkildar de alîkarî bi xwendekaran re têt kirin.

“Em çaverê her kesî ne”

Erkdara stantê Aydan Ceylan got ku wan her kes ji bo akademî zanîngehê vexwendiye.

Ceylan diyar kir ku akademî zanîngeh cihekî welê ye ku pêdiviya ciwanan tîne cih û weha axivî:

 “Îro li vê derê em ji bo xwendekarên me yên nû qeyda xwe li zanîngehan kirine agahiyê der barê akademî zanîngehê de didinê. Em dibêjin hûn li dikarin bên wir, bi hevalên xwe re li wir rûnin, bernameyên xweş li wir têne lidarxistin. Helbetxwendin, panel û helkeftên çandî hene. Em li benda her kesê ne. Îkram û diyariyên me bo xwendekaran hene.”

“Xebatên civakî li vê derê hene”

Aziz Ataş xwendekarê zanîngehê ye, got ew ê demeke nêzik serdana Akademî Zanîngehê bikin.

Ataş diyar kir ku ev der li vî bajarî ji bo ciwanan hatiye vekirin, ev gaveke baş e û weha got:

 “Mamosteyên me behsa akademî zanîngehê kir. Ji bilî demên dersê em dikarin biçin wê derê ji xwe re rûnin, gelek bernameyên sosyal û çandî li wir birêve diçin. Min dil heye demeke kin biçim serdana wê derê.”

Ahyri Baykara ji Batmanê bo xwendina zanîngehê hatiye Diyarbekirê got, ew gelek vê derê meraq dike û weha axivî:

 “Gava ez di vir re borîm min stanta Akademî Zanîngehê dît. Îkram pêşkêş kirin. Min der barê Akademî Zanîngehê de agahî wergirtin. Ji me re got, gelek aktîvîteyên cur bi cur li wirê tên lidarxistin. Înşeleh demeke herî nêzik ez ê biçim serdana wê bikim.”