Şaredariya Bajarê Mezin, dest bi wergirtina qeydên kursên hunerî kir ku ew dê di 15 beşan de bên lidarxistin.
Konservatuara Bajêr ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de xebatên xwe didomîne, dest bi serdema xwe ya nû dike.
Kurs dê li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç bên dayîn û di beşa tembûr, gitar, flût, keman, piyano, wêne, erbane, def, tezhip, deng, klarnet, ney, govend û hunerên ciwan de bên dayîn û ji bo beşên muzîk, wêne yên fakulteya hunerên ciwan bin kursên amadekariyê dê zarok û mezinan jî hilgire.
Ji bo beşdariya kursan jî li ser malpera https://form.jotform.com/222682346450960 serlêdan tên wergirtin û serlêdan bi online tên kirin.
Serlêdana kursan 29ê îlonê dest pê dikin û 7ê cotmehê bi dawî dibin.