Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê ji bo “Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê” ku di navbera 8-16ê cotmehê de têt lidarxistin civîna danasînê hate pêkanîn.
Bi hevkariya Wezareta Çand û Turîzmê, Walîtiya Diyarbekir û Şaredariya Bajarê Mezin di navbera 8-16ê cotmehê de “Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê” tê lidarxistin bi vê mebestê li meydana Mizgefta Hezretî Silêman daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin.
Di daxuyaniyê de Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Mîsbah Demîrcan ji rojnamegeran re diyar kir ku îsal ev Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê cara pêşîn tê pêkanîn.
Demircan bi bîr xist ku Diyarbekir bajarê pêxember, sehabe, alim, key û sultanan e û got ku şûngehên herî delal û tarîxî yên bajêr ji bo rêgeha mîhrîcanê hatine hilbijartin û aşkere kir ku dê gelek bernameyên çandî û hunerî ji bo şêniyan bên lidarxistin.
Demircan destnîşan kir ku armanca wan ew e ku li hemû war û bajarên dîrokî çand û hunerê derxin pêş û axaftina xwe weha domand:
“Bêyî Diyarbekirê dîroka şaristanî, dînan û gastronomiyê nayê nivîsandin. Li vî warê şaristanî lê rabûye çarpêkan, meşîye û dest bi bazdanê kirî, ev warê vêketina çandê, geşbûna tehm û çêjê ye. Ev herêm, bi van serçaviyên xwe bajarê hemû mirovahiyê ye. Li vî bajarî di van 20 salên dawî de bi serkêşiya hikûmeta me, bi serperiştiya serokatî û wezaretên xwe projeyên restorasyonê dest pê kirine 67 proje pêk hatine, 149 projeyên restorasyonê bi encam dane. Tenê 8 ji vana hê bi dawî nebûne û di van 20 salan de 1 katrîlyon pere lê hatiye mezaxtin. Em lê dixebitin mîrateya xwe biparêzin.”
600 çalakiyên cuda cuda
Demircan diyar kir ku hin bernameyên mîhrîcanê bi pere ne lê piraniya wan dê bê pere bin û weha gotina xwe domand:
“Di festîvala me de bin navê 302 sernavan 600 bername dê hebin lewra 2 hezar û 150 hunermend 9 rojan dê beşdarî vê mîhrîcanê bin. Ji Mizgefta Hezretî Silêman heta Dêra Saint George, ji Mala Dengbêjan heta Medreseya Mesûdiyê, ji Karwansarayê heta Muzeya Hunerê ya Ahmed Arîf rêgeheke gelekî delal a tarîxî ji bo rêya vê festîvalê hate hilbijartin. Bafirokên Kapadokyayê dê di ser Diyarbekirê de bifirin.”
“Ji bo her kesî ji 7 heta 77 salî”
Walî Ali Ihsan Su jî di axaftina xwe de got ku mîhrîcan ji bo danasîna bajêr gelek giringiya xwe heye û mîhrîcaneke têrtijî li benda wan e.
Walî Su, diyar kir ku ew gelekî memnûn in ku Diyarbekir bûye beşek ji mîhrîcana rêya çandê ya Wezareta Çand û Turîzmê û li ser navê xelkê Diyarbekirê spasîya Wezîrê Çand û Turîzmê kir.
Walî Su, bi bîr xist ku Wezareta Çand û Turîzmê di nava meha 10 de li Stenbol û Enqere jî mîhrîcana rêya çandê li dar dixe û weha axivî:
“Ev festîval hem ji bo nasandina bajarê me hem jî ji bo xelkên ji dûr tên vî bajarî gelek giring e, dê festîval gelek xweş derbas bibe û ew ê gelek tehmê jê bigirin. Di festîvalê de dê nêzî 600 çalakî bêne lidarxistin û zêdetirî 2 hezar hunermend dê bêne ezimandin.”
Walî Su, amaje pê kir ku ev mîhrîcan ji 7 salî heta 77 salî dê her kesî li xwe bihewîne û got, li meydana Deriyê Çiyê dê konser hebin, li Mizgefta Hezretî Silêman û Mizgefta Mezin bernameyên ayînî, li meydana Mizgefta Qurşinê jî dê bernameyên zarokan bêne lidarxistin.
Walî Su, aşkere kir ku bi boneya festîvalê dê bernameyên heşbest, sinema û şanoyê bên pêkanîn û weha axivî:
“Di serî de rêzdar Serokomar Recep Tayyip Erdogan, wezîrê çandê, alîkarên wî û her kesê keda wan di ber lidarxistina vê mîhrîcana xweşik de heye, hezar caran mala wan ava.”
Piştî axaftinan Walî Ali Ihsan Su, Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Mizbah Demircan û giregirên pê re bi otobûsa servekirî li şûngehên tarîxî yên Sûrê geriyan.