Print this page

Îtfaiya Diyarbekirê perwerde da 3 hezar û 500 xwendekaran

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya Hefteya Îtfaiyê perwerde ji bo 3 hezar û 500 xwendekaran pêk anî.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya Hefteya Îtfaiyê ku her sal di navbera 25 îlon -1 kewçêrê de tê lidarxistin perwerdeya teorik û pratik da xwendekaran.

Erkdarên Serokatiya Daîreya Îtfaiyê, di çarçoveya bernameya amadekirî de, xwendekar der barê agirpêketina ji sebeda LPG û gazê, agirpêketina li malan û kargehan de agahî dan û der barê duman û gazên jehrî de ew hişyar kirin.

Bi boneya Hefteya Îtfaiyê li 20 dibistanan perwerde dan 3 hezar û 500 xwendekaran û her weha dê salewext perwerdeyên weha berdewam bin.