Şaredarî di “Rojên Danasîn û Teşwîqa Dewletê” de

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, dê di “Rojên Danasîn û Teşwîqa Dewletê” ku ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ve tê lidarxistin de cî bigire.

Rojên Danasîn û Teşwîqa Dewletê” ku ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ve tê lidarxistin, bi drûşma “siberoja te li vir e”, dewleta te bi te re ye” di navbera 1-2ê cotmehê de li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamya li Diyarbekirê dê bi ciwanan re bêt lidarxistin.

Di helkeftê de ligel saziyên cur bi cur Şaredariya Bajarê Mezin jî heye û bi giştî 23 sazî dê stantên xwe deynin.

Bername dê bi pêşandana bando û ekîba govendê ya Şaredariya Bajarê Mezin dest pê bike û danasîna projeyan, gotûbêj, semîner, govend û konser hebin.

Şaredariya Bajarê Mezin dê di stanta xwe de navenda lojîstik a herî mezin a Tirkiyeyê, mala bêhnvedanê, DÎSMEK, projeyên destek ali sporê, akademî zanîngeh, EKAY û projeya vejîn li Sûran bên nasandin.