Rêya Mêrdînê ya berê têt asfaltkirin

 

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên firehkirin û nûkirina cadeya 4.5 kîlometir ku rêya Mêrdînê ya berê bi rêya Mêrdînê ya nû ve girê dide, berdewam dike.  

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, xebatên xwe li ser rêya Mêrdînê ya berê ku li navçeya Sûrê ya tarîxî ye, berdewam dike.  

Rêya ku şûngehên giring ên tarîxî wek Çiyayê Çilsiwaran, Pira Dehderî û Birca Keçikê digihîne hev xebatên çaksaziyê lê tên meşandin, bi vê boneyê ekîban 70 santîmetre karê dagirtin kiriye, paşê qîr lê darêtiye, xebat heta Pira Çarixî hate pêkanîn.

Ekîban, 4,5 kîlometir rêya navbera Pira Qabîyê heta rêya Mêrdînê ya nû xebatên firehkirinê pêk anîn, pire, bendeke dîwarî ya 620 metre têt çêkirin.