Bernameya "Meha Hişmendiya Penceşêra Memikê" hat lidarxistin

 

 

Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê konferansa “Meha Hişmendiya Penceşêra Memikê” hat pêkanîn.

Konferansa ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç hat lidarxistin bi xwendina Sirûda Neteweyî dest pê kir.

Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ayşe Yildirim di axaftina destpêkirinê ya bernameyê de diyar kir ku penceşêra memikan ji ber ku penceşêra herî zêde di jinan de peyda dibe pirsgirêkek cidî ya tenduristiya gel e.

Yildirim diyar kir ku konferans ji bo hişyarkirina jinên Diyarbekirê ya li dijî penceşêra memikan hatiye lidarxistin.

Dûre Prof. Dr. Ahmet Yalinkaya, penceşêrên jineolojî û şopandina ducaniyê, Prof. Dr. Sadullah Girgin li ser teşhîskirin û tedawiya penceşêra pêsîrê pêşkêşiyek kir.

Piştî konferansê ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin ve şal pêşkêşî jinan hatin kirin.

Di bernameyê de hevjîna Walî Alî Îhsan Su, Zelîha Sû, hevjîna Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî, Meryem Çîftçî, Midûrê Tenduristiyê yê Parêzgehê Dr. Mehmet Hakan Pamukçu û gelek jin beşdar bûn.