Walî Su, em ê Diyarbekirê pêşvetir bibin

 

Waliyê Diyarbekirê û Alîkarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Alî Îhsan Su, xebatên ku Şaredariya Bajarê Mezin didomîne, saxtî kirin.

Walî Sû li aşê dîrokî yê li Fîskaya ya ku xebatên restorasyona wê hê jî ji aliyê Midûriyeta Avedanî û Bajarvaniyê ve dewam dikin, lêkolîn kir û der barê xebatan de ji rayedaran agahî girt. Ji vir şûnde serdana esnafên Kolana Yenîkapiya ku weke navenda nû ya balkêş a navçeya Sûrê ya dîrokî hatibû terxankirin, kir.

Walî Su li Birca Yedîkardeşê ku di çarçoveya restorasyona bi şîara "Di sûran de vejîn" dest pê kiribû û dê wek Navenda Zewicandinê ya Şaredariya Sûrê bê bikaranîn, kontrol kir.

Walî Su got, “Em parastina bajarê xwe û nirxên wî didomînin. Em ê xebatên xwe bidomînin da ku Diyarbekira me hê pêşdetir biçe.”

Di serdana Walî Su de, ligel wî Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî û serokên dezgehên pêwendîdar jî amade bûn.