Santrala Paqijkirina Ava Kanalîzasyonê ya Haniyê amade dibe

 

 

Xebatên li Santrala Paqijkirina Ava Kanalîzasyonê ya Haniyê ya ku bi hevkariya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) û ÎLBANKê hat çêkirin leztir bûn.

Midûrtiya Giştî ya DÎSK'ê li navenda bajar û navçeyan xebatên xwe yên li ser projeyên xwezayê didomîne.

Dema Santrala Paqijkirina Kanalîzasyonê ya ku li Haniyê di çarçoveya "Projeya Ava Vexwarin û Kanalîzasyonê" (SUKAP) de tê çêkirin bi dawî bibe, pirsgirêka bêhnê ku dem bi dem li herêmê peyda dibe dê bi dawî bibe û dê ji bo welatiyan jîngeheke paqijtir hebe.

Ekîban piştî ku xebatên înşaatê bi dawî kirin dest bi xebatên xwe yên sazkirina elektrîk û karên mekanîk kirin.

"Dê tesîs heta sala 2055'an xizmeta Hanî bike"

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî û Midûrê Herêmê yê ÎLBANKê Suleyman Bayrak xebat lêkolîn kirin û ji xebatkaran agahî girtin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Tutşî diyar kir ku Hanî bi santrala paqijkirina ava çopê dê bibe xwedî binesaziyeke xurt û jîngeheke saxlem.

Tutşî bal kişand ku roj bi roj nifûsa niştecihan zêde dibe û ew pêşde diçin, girîng e ku ava bermayê ji holê rakin û destnîşan kir ku wan bi tesîsên ku li navçeyan çêkirine ji bilî ava binerd û şirîn tenduristiya gel jî parastiye.

Tutşî, anî ziman ku Santrala Parzûnkirina Ava Kanalîzasyonê heta sala 2055'an dikare pêdiviyên navçeyê bi cih bîne û diyar kir ku bi revîzyonên piştre jî temenê santralê dikare bê dirêjkirin.