Ji Îtfaiyeya Diyarbekirê perwerde û tetbîqata agirkujiyê

 

 

Ji teref Midûriyeta Îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve ji bo personelên Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê perwerdeya agirkujiyê hat dayîn û paşê tetbîqat hat lidarxistin.

Piştî ku Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn a Wezareta Karên Navxweyî sala 2022'an weke sala tetbîqatê îlan kir, Midûriyeta Îtfaiye ya Şaredariya Bajarê Mezin, li sazî û saziyên cemaweriyê yên li navenda bajêr û li navçeyên Erganî, Farqîn, Hanî, Çinarê, Bismilê perwerde, tehliyekirin û tetbîqata agirkujiyê li dar xist.

Di tetbîqata ku li avahiya Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê hat lidarxistin de, li gor senaryoyê di metbexa qata 3yemîn a avahiyê de şewat derdikeve.

Di tetbîqata hema bêj şibhê rastiyê bû de, îtfaiye bi maşîneya dûmanê di avahiyê de dû û dûxan pêxist.

Dema xebatkarên di avahiyê de ji aliyê wezîfedaran ve hatin tehliyekirin, wesayîta îtfaiyeyê bi dengê sîrenan hat pêşiya avahiyê.

Li vê derê îtfaiyekarên ku xurtoman bi hev ve girêdidin derketin qata 3yemîn a avahiyê û wek temsîlî agir vemirandin. Di vê navberê de li gorî senaryoyê personelên ku ji dûmanê nexweş ketin bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.

Piştî perwerdehiya agirkujiyê, veguhastinê, tetbîqat bi kişandina wêneyên pêkve ya karmendên îtfaiyeyê û personelên Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê, bi dawî bû.

Ji teref Midûriyeta Îtfaiyeyê ve ji bo nêzî 3 hezar kesên ku heta niha di sazî û rêxistinên cemaweriyê de kar kirine perwerde û tetbîqata agirkujiyê hat dayîn.