Pere li hesabên xwediyên qerta sosyal hatin razandin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, 400 lîre li hesabên xwediyên qerta sosyal ên li 17 navçeyan dijîn, razandin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo alîkariyê bide kesên hewcedar, di demên diyarkirî de alîkariyên xwe yên diravî didomîne.

Ji bo pêdiviyên welatiyan ên di mehên zivistanê de bên temînkirin ji 400 lîreyan bi tevahî 4 milyon û 866 hezar û 800 lîre ji teref Midûriyeta Xizmetên Civakî ve li hesabên 12 hezar û 167 malbatên hewcedar hat razandin.

Agahdarî bi SMSê

Di daxuyaniya Walî Alî Îhsan Su ya li ser dayîna pereyan a li ser hesabên malbatên hewcedar de ev agahî hatin dayîn:

“Hevalên min ên hêja, di çarçoveya serlêdana Qerta Civakî ya ku me wek Şaredariya Bajarê Mezin pêk aniye de, 400 TL heqê desteka me li qerta we hat barkirin. Bi xêr û bereket be, bi xêr û xweşî be."

Di sala 2022an de 19 milyon lîre alîkariya pere hat dayîn

Ji bo malbatên hewcedar ên ku ji aliyê Daîreya Xizmetên Civakî ve hatine diyarkirin di Çileya 2022an de 4 milyon û 916 hezar û 400 lîre, di adarê de 5 milyon û 35 hezar û 200 lîre, di tîrmehê de 4 milyon û 204 hezar û 400 lîre, di meha Mijdarê de 4 milyon û 866 hezar û 800 lîre, bi giştî 19 milyon û 22 lîreyî hezar û 800 TL alîkarî hat dayîn.