Kontrolkirina giranî û bihayê nanî

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li seranserê bajêr li firneyên nan kontrolên giraniya nan û bihayê nanî kir.

Midûriyeta Zabiteyan firneyên ku li bajêr dixebitin ji aliyê giranî û bihaya nan ve bi tundî kontrol dike.

Di kontrolên ku li ser giliyên tund ên welatiyan hatin kirin de giranî, nirx, paqijî û destûrnameyên karsaziyê hatin kontrolkirin.

Ji bo kêmasiyên di heyama diyarkirî de der barê cihên kar ên ku li derveyî qanûnê tevdigerin (nebûna giranî û nexşeya bihayê) di dema kontrolê de raporek lêkolînê hate girtin.

Midûriyeta Zabiteyê dê xebatên xwe yên kontrolê yên li firneyên nan ên ku li 4 taxên navendî bidomîne.