Xebata hawirçakiyê li warnişînên nû berdewam e

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li refûjên navîn û xaçerêyên ku li warnişînên nû yên di nav sînorên navçeya Peyasê de ne, dest bi xebatên peyzaj û çandiniyê kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li warnişînên nû yên di nav sînorên navçeya Peyasê, li ser cadeya Prof. Dr. Bulvara Necmettîn Erbakan, Bulvara Dîclekent û Bulvara Mezopotamya dest bi xebatên peyzaj û çaksaziyê kir.

Tesîsên avdanê li naverast û cîgeyên navendî têne danîn

Di xebatên li xaçerêyan de ku di warê trafîka bajêr de xwedî cihekî pir girîng in, ekîban li Bulvara Prof. Dr. Necmedîn Erbakan refûjên navîn bi dirêjahiya 5 hezar û 907 metre, 2 hezar û 497 metre, ji Bulvara Dîclekentê 2 hezar û 414 metre û 996 metre çêkir û di qonaxa duyemîn a Bulvara Mezopotamyayê de jî pergalên avdanê têne danîn.

Di projeya ku xebatên sazkirina avdanê dewam dikin de, piştî temamkirina xebatên binesaziyê, Midûriyeta Park û Baxçeyan dê li qadên pêwîst xurtkirina hewce bike.

150 hezar kulîlkên demsalî li ser refûj û xaçerêya navendî

Midûriyeta Park û Baxçeyan piştî çêkirina xaçerêyan ji bo çandiniyê guncav dê ji 150 hezar kulîlkên demsalî yên cur bi cur û rengoreng 10 hezar şitilan têke axê.

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ronîkirina kuçeyan jî di çarçoveya xebatên lihevkirin û verastkirina refûjan de dê xebatan bimeşîne.